"Herî kêm 44 zarok hatine kuştin û 52 jî birîndar in"

Di şerê li Bakurê Kurdistanê yê di hundirê 4 mehan de heta niha herî kêm 44 zarokan canê xwe ji dest dane, 52 zarok jî birîndar bûne.
kurdistan24.net

K24 - Stenbol

Hat ragehandin ku di şerê li Bakurê Kurdistanê yê di hundirê 4 mehan de heta niha herî kêm 44 zarokan canê xwe ji dest dane, 52 zarok jî birîndar bûne.

Koma "Em şer naxwazin, em naxwazin ku hûn zarokan bikujin" derbarê rewşa zarokên ku li bajarên şer didome dijîn de raporek amade kir.

Li gor amarên raporê, di navbera 26ê Tîrmehê û 30ê Mijdarê sala 2015an de li Diyarbekir, Şirnex, Agirî, Stenbol, Mêrdîn, Wan, Enqere, Colemêrg û Edeneyê 44 zarokên ku ji 18 salî biçûktir in canê xwe ji dest dane. Di nav wan de zarokeke 3 meh û nivî jî heye.

Di raporê de hat bibîrxistin ku şer û pevçûn mafên jiyanê di serî de dibin sedema binpêkirina mafên gelek zarokan û daxwaz hat kirin ku çer pevçûn bidawî bibin. Herwiha peymana Neteweyên Yekbûyî ku dema şer parastina jiyana zarokan daxwaz dike hat bibîrxistin.

Herî zêde li bajarên Diyarbekir, Colemêrg û Şirnexê zarok hatine kuştin. Herwiha hat diyar kirin ku li heman bajaran 52 zarok jî birîndar bûne û hinek zarok jî bûne kêmendam.