Destdirêjiya ser zarokan roj bi roj zêde dibe

Zarokên ku rûbirûyê destdirêjiyê dibin di warê derûnî de dikevin rewşeke gelekî xirab. Pispor dibêjin ji ber vê derûniya zarokan pêşeroja wan dimire û her tim rûbirûyê pirsgirêkên cidî dibin.
kurdistan24.net

K24 - Enqere

Zarokên ku rûbirûyê destdirêjiyê dibin di warê derûnî de dikevin rewşeke gelekî xirab. Pispor dibêjin ji ber vê derûniya zarokan pêşeroja wan dimire û her tim rûbirûyê pirsgirêkên cidî dibin.

Destdirêjahiya ser Zarokan yek ji girîngtirîn pirsgirêke li tevahiya cîhanê. Destdirêjahiya ser zarokan roj bi roj zêde dibe û ev jî hêmanên civakî hildiweşîne.

Zarokên rûbirûyê destdirêjiyê dibin dikevin rewşeke gelekî xirab û ev yek bandoreke gelekî nebaş li ser paşeroja wan dike ku bi gelek kêşeyên tenduristiyê re rûbirû dimînin.

Pispor dibêjin divê yekser çareseriyek ji vê kêşeya civakî re were dîtin. Derûnnas Prof. Dr. Fîgen Pasli div ê derbarê de wiha dibêje: “Zarokên rastî tiştên wiha tên baweriya bi xwe wenda dikin û di paşerojê de rêza wan ji xwe namîne. Eger destdirêjî ji aliyê xizmê wan ve pêk hatibe, zarok her tim xwe wekî sûcdar dibînin.”

Li gor derûnnasan, pêdiviya wan zarokên rastî desdirêjahiyê tên, bi çareseriyeke bingehîn heye, malbatên wan, bi baldarî bi wan re biaxivin û bo wan bibin alîkar û ew ji civakê neyên dûrxistin û di warê derûniyê de piştgiriyê werbigirin.

Derûnînas Prof. Dr. Hatîce Demîrbaş jî nerînên xwe yên li ser vê mijarê wiha tîne ziman: “Eger zarok alîkariyê qebûl bikin, gelekî baş e. Lê belê ev yek ne bese, divê malbatên wan jî zanibin ku ew dê çawa alîkariya zarokên xwe bikin. Eger dê û bav wan baş fahm nekin û bo wan nebin alîkar, ji aliyê derûnî ve têk diçin.”

Rêjeya destdirêjahiya ser zarokan li cîhanê di navbera ji sedî 1 û ji sedî 10an de ye. Ev rêje li Tirkiyê di navbera ji sedî 10 û 53an de ye. Evna jî rewşa zarokan a li Tirkiyê derdixe ber çavan, ka çiqasî kambax e.