Bazirganên navçeya Sûrê ya Diyarbekirê îflas dikin

Her diçe krîza aborî û mirovahi li Bakurê Kurdistanê mezin dibe. Cîgirê Serokê CHPê Sezgîn Tanrikulu got ku ne bi xendek û ne jî bi tank û topan pirsa Kurd li Tirkiyeyê nayê çareserkirin.
kurdistan24.net

K24 – Diyarbekir

Her diçe krîza aborî û mirovahi li Bakurê Kurdistanê mezin dibe. Cîgirê Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikulu li Diyarbekirê got ku ne bi xendek û berbestan ne jî bi tank û topan pirsa Kurd li Tirkiyeyê nayê çareserkirin.

Tanrikulu da zanîn ku divê li parlementoyê li rêyên diyalog û çareseriyê bigerin. Herwiha, bal kişand ser krîza aborî ya Bakur û ragihand, eger wiha berdewam bike dibe ku krîza aborî derkeve.

Ji ber şer û pevçûnên ku li Bakurê Kurdistanê heye her diçe rewşa aboriya bajaran jî xirabtir dibe. Yek ji navendên bazirganiya Diyarbekir û herêmê navçeya Sûrê ye. Li navçeyê 19 roj in deriyê dikanan girtî ne û bi hezaran bazirganan jî îflas kirine. Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu, bi bazirganên Diyarbekirê re civiya û guhdariya pirsgirêkên wan kir.

Tanrikulu dibeje, êdî ji tirsa ti kes nayê Diyarbekirê û otel û kargehên ji navçeya Sûrê dûr jî yek bi yek tên girtin: “Pirsgirêka serekî qedexeyen derketina kolanan e, niha rewşa navçeya Sûrê em hemû dizanin nebaş e, ev der çavkaniya sektorên bazirganiya herêmê ye.  Lê niha hem bazirganî hem jî jiyana xelkê  li vir di bin gefê de ye.”

Esnaf û bazirganên ku di bin deynan de mane dixwazin êdî dengê wan bê bihîstin û ji rewşa wan re çareseriyek bê peyda kirin. Gazina xelkê ku bi ticaretê ve mijûl dibin ji hikûmet û xwêpêşandaran zêde ye lê ew dixwazin pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin.

Suleyman Elîş bi salan e ku li navçeyê esnaftiyê dike. Niha deriyê dikana wî jî weke ya bi hezaran esnaf girtiye. Silêman Elîş wiha dibêje: “Em gelekî mexdûr bûne. Diyarbekir ne tenê navenda bazirganiya 13 bajarên derdorê ye. Ji ber wê yekê çavên hemû dinyayê li ser Diyarbekirê ye.”

Li gor bazirganan zirar û xirabiyên ku di vê serdemê de pêk hatine di salek-dusalan de nayên serrastkirin. Çavên esnaf û bazarganan jî wek yê bi sedhezaran kes li çareseriyekê ye. Esnaf hişyariyê didin û dibêjin eger ku rewşa aloz wiha bidome ne tenê Diyarbekir lê li hemû herêmê dê krîza aborî derkeve.