NY: Kesên penaberan qebûl nakin alîgirên DAIŞê ne

Berî niha berbijêra Serokatiya Amerîkayê Hillary Klinton ragihandibû ku DAIŞ li ser gotara berbijêrê Komarî bo Serokatiya Amerîkayê Doland Trump kar dike, ku gotibû eger bûme Serokê Amerîkayê dê penaberên misilman li welatê xwe qebûl neke.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Komisyona Bilind a Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Antonio Guterrs ragihan ku ew kesên penaberên Sûriyê li welatên xwe qebûl nakin, baştirîn alîgirên DAIŞê ne.

Di daxuyaniyekê de Serokê Komisyona Bilind a Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Antonio Guterrs got: "Em nikarin gazina ji penaberan bikin, ku ji welatê xwe direvin, ew li ser jiyana xwe ditirsin."

Guterrs tekez kir ku, ew kesên penaberan li welatê xwe qebûl nakin bi taybet eger penaberên misilman bin, baştîrin alîgirên DAIŞê ne, herwiha propaganda û rêklamê ji DAIŞê re dikin.

Berî niha berbijêra Serokatiya Amerîkayê Hillary Klinton ragihandibû ku DAIŞ li ser gotara  berbijêrê Komarî bo Serokatiya Amerîkayê Doland Trump kar dike, ku gotibû eger bûme Serokê Amerîkayê dê penaberên misilman li welatê xwe qebûl neke.

Komisyona Bilind a Penaberan (UNHCR) da zanîn ku ji destpêka sala 2015an ve 2 milyon û 500 hezar kesan daxwaza penaberiyê kirine û milyonek penaber jî li Almanya, Rûsya û Amerîkayê çaverê ne ku wek penaber bên qebûl kirin.