Neştergeriyeke serkeftî li Qamişloyê hat kirin

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pizîşkekî Kurd, bi rêya neştergeriyekê, gilokek por ku wezna wê biqasî kiloyekê ye, ji mîdeya keçeke Kurd a 17 salî derxist.
kurdistan24.net

K24 - Qamişlo

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê pizîşkekî Kurd, bi rêya neştergeriyekê, gilokek por ku wezna wê biqasî kiloyekê ye, ji mîdeya keçeke  Kurd a 17 salî derxist.

Derbarê wê neştergeriyê de pizîşkê Kurd Ferhad Seyîd ji K24ê re got: "Ew keç temenê wê 17e salî bû, di hundirê 12 salan de pora serê xwe dixwar, ji ber wê yekê ew keç rastî gelek pirsgirêkên pizîşkî bû, loma pîwîstiya wê bi neştergeriyê hebû."

Seyîd da zanîn ku ew neştergeriya keça Kurd serkeftî bûye, rewşa wê jî ber bi başbûnê ve diçe. Li gor zanyariyên pisporên pizîşkî, sedemên nexweşiyên bi vî awayî derûnî ne.