Li Başîkê 40 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
K24- Başîk
Çavkaniyeke leşkerî li eniya Bşîkê diyar kir ku, 40 çekdarên DAIŞê li wê eniyê hatin kuştin.
Çavkaniya leşkerî ji nav Hêzên Pêşmerge ji K24 re got ku, firokeyên hevpeymanan 30 carî li pêgehên çekdarên DAIŞê li eniya Başîkê xistin.
Derbarê ziyanên ku gihane DAIŞê de, çavkaniyê got ku, di bombebaranê de 5 otomobîlên bombekirî hatin jinavbirin û 40 çekdar jî hat kuştin.