Kantona Cizîrê “yasaya karê rojnamevanî” pesend kir

Yasa ji 32 bendan pêk tê, lê heta niha çenz dezgeh û rojnamevan ji şopandina bûyeran hatina dûrxistin.
kurdistan24.net

K24- Qamişlo

Encûmena Yasadanînê ya Kantona Cizîrê “yasaya karê rojnamevaniyê” ku ji 32 bendan pêk tê, pesend kir.

Peyamnêrê K24 li Qamişlo diyar kir ku, ew yasa ji aliyê Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, Yekîtiya Ragihandina Azad û Desteya Mafên Demokrat ve hatiya amadekirin.

Yasa bi 32 bendan karê rojnamevanî û medyayî li Kantona Cizîrê rêdixe.

Beriya niha jî, li Cizîrê encûmenek taybet ji bo rêvebirina karûbarên ragihandinê hatibû avakirin, ew jî ji 15 kesan pêk tê.

Pesendkirina wê easy debar rojnamevaniyê de, di demekê de ku heta niha çend televîzyonê û dezgehên medyayî yên Kurdî û yên opozîsyona Sûriyê, tevî hejmarek rojnamevan, ji şopandina bûyer û boneyan bi biryara desthilatdaran hatine dûrxistin.