Îtalya jî dê konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke

Serokê Encûmena Pîran a Îtlayayê gehişte Hewlêrê û dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê bicive.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Serokê Encûmena Pîran a Îtlayayê, Pietro Grasso gehişte Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Pietro Grasso beriya bîstekê ji Bexdayê gehişte Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî, dê ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bicive.

Biryar e jî Pietro Grasso konsulxaneya giştî ya Îtalyayê li Hewlêrê veke.

Navborî îro gehiştibû Bexdayê û ligel raydarên Iraqê behsa pêşhatên dawî yên rewşa siyasî, ewlekarî û mirovî kiribû.

Destpêka vê mehê jî şandeyeke Wezareta Pêşmerge serdana Romayê kiribû û ligel berpirsên payebilind ên Îtlayayê civiya bû.