Konsulxaneya Îtalya li Hewlêrê hat vekirin

Serokê Encûmena Pîran a Îtalyayê îro gehiştibû Hewlêrê.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Pîran a Îtalyayê, Pietro Grasso konsulxneya welatê xwe li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê vekir.

Pietro Grasso îro danê êvarî gehiştibû Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hatiye pêşwazîkirin.

Grasso di merasîmekê de bi amadebûn Nêçîrvan Barzanî, konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê vekir, kêfxweşiya xwe jî bi geşbûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Romayê de anî ziman.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe bi vekirina konsulxaneya Îtalyayê anî ziman.

Barzanî spasiya Îtlayayê jî kir li ser şandina şêwirmendên leşkerî bo Herêma Kurdistanê û perwedekirina Hêzên Pêşmerge.

Biryar e jî Pietro Grasso serdana şêwrimendên Îtalyî yên li Herêma Kurdistanê jî bike.

Nêçîrvan Barzanî spasiya wan şêwirmendên leşkerî yên Îtalyayê kir û got: “Ew piştgiriya miletekî dikin, ku niha bêhtir ji hezar kîlomtrê ji sînorê wî ligel terorîstên DAIŞê heye.”

Dibe ku Pietro Grasso ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî jî bicive.