Davutoglu û Demîrtaş li ser "Serdana Rusyayê" hev rexne dikin

Serokwezîr Ahmet Davutoglu û hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş li ser "Serdana Rusyayê" bi zimanekê tund hevdu sûcdar kirin. Davutoglu got Demîrtaş bi dijminan re dide û distîne. Demirtaş jî Davutoglu wekî "Zircahîl" bi nav kir. Serdana Hevserokê Giştîyê HDPê Selahattîn Demîrtaş li parlamentoya Tirkiyê deng veda.

K24 – Enqere 

Serokwezîr Ahmet Davutoglu û hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş li ser "Serdana Rusyayê" bi zimanekê tund hevdu sûcdar kirin. Davutoglu got Demîrtaş bi dijminan re dide û distîne. Demirtaş jî Davutoglu wekî "Zircahîl" bi nav kir.

Serdana Hevserokê Giştîyê HDPê Selahattîn Demîrtaş li parlamentoya Tirkiyê deng veda. 

Serokwezîr Davutoglu rexneyên giran li Demîrtaş girt û got eva (HDP) “ Derdê kê bi Tirkiyê re hebin, diçin bi wan re hevkariyê dikin û ev yek ji xwe re kirin exlaq"

Davutoglu got jî: "Çima beriya salekê an du salan neçûn. Çima niha diçin wê dewleta ku ji ber qada me ya esmanî binpê kir me firokeya wan anî xwarê û em bi wê di krîzekê de ne. "

Selahattîn Demîrtaş beriya serdana xwe ya Rûsyayê daxuyaniyek da çapemeniyê û bersiv da rexneyan.  Demirtaş  bal kişand li ser xebatên diplomatic ên par li Moskovê kirine û got beriya ku krîza bi Tirkiyê re derkeve wan ev bername amade kirine û dema wê jî rastî niha hatiye û nerazîbûn nîşanî şîroveyên derbarê serdanê da. 

Demîrtaş got: "Binêrin ev zircahîltî ye. Ez sala par jî çûm. Haya wî jê tune ye. Kesê Wezîrtiya Karên Derve kiriye û îro jî Serokwezîr e vî tiştî dibêje. Serokwezîrekî xebatên me bi vî awayî binirxîne nikare ti kêşeyên li vî welatî çareser bike. "

Her du serok li ser hin mijarên din jî ketin niqaşan. Demîrtaş bi zimanekî giran bersiv da daxuyaniyên Davutoglu ên wek em ê hesab ji HDPê bipirsin û got; "pêşî AKP wê hesabê wê yekê bide ku hevkariyê bi rêxistina terorî DAIŞê re dike"