Davutoglu: Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê venakişîne

Serokwezîrê Tirkiye ragehand: “hêzên me li Iraqê heya azadkirina Mûsilê ji terorîstln DAIŞê dê bimînin”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiye ragehand: “hêzên me li Iraqê heya azadkirina Mûsilê ji terorîstln DAIŞê dê bimînin”.

serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Davutuglo di civîna fraksiyona Partiya Dad û Geşepêdanê, di parlemêntoyê de got: “ Em hêzên xwe ji Iraqê heta bi dawîanîna gef û metirsiyên DAIŞê nehêkirin venakişînin, emê li ser piştgîriya hêzên Pêşmerge û xwebexşên lokalî yên Mûsilê berdewam bin”.

Beriya niha, Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehandibû ku: “Tirkiyê dest bi vekişandina beşek ji hêza xwe ya li kampa Başîk bike”.

Ji aliyê xwe ve, Numan Kurtulmuş xuya kiribû:“ Tirkiye hinek ji hêza xwe ya li Başîkê bo cîheke din veguhastî ye”.

Di hefteya bihurî de, Serokê Amerîkayê, Barak Obama daxwaz ji Recep Tayyip Erdogan kiribû ku wê hêza xwe ji Iraqê vekişîne û rêzê ji serwerî û yekêtiya wî welatî bigire. 

Erdogan jî bi Obama re gotibû ku hêza Tirkiyê ji perwerdekirin Pêşmerge li wir in û laşkerên Tirk weke beşek ji şerê li dijî DAIŞê çûne Iraqê.