Welatiyên Til Temirê dest bi avakirina bajarokê xwe dikin

. Welatiyên wî bajarokî careke din xaniyên xwe yên hilweşiyayî ji nû ve ava dikin.

K24 -Tli Temir

Piştî sê teqîn ku li bajarokê Til Temir ji aliyê  DAIŞê ve hatin encamdan û bi dehan qurbanî û birîndar li pişt xwe hêştin.  Welatiyên wî bajarokî careke din xaniyên xwe yên hilweşiyayî ji nû ve ava dikin.

Welatiyekî ji bajarokê Til Temir bi navê Elî Osman ji K24 re got: "Wan dixwast em bajarê  xwe bi cî bihêlin, lê em ji bajarê xwe narevin heta ku yek kes ji me bimîne. Emê ji nû ve xwe ava bikin û jiyana xwe berdewam bikin."

Firna nan  li bajêr di dema bûyeran de karê xwe ranewestand, karkerên firnê jî dibêjin ku ewê li ser karê xwe berdewam bin ji ber ku ev ne cara yekemîn e, bajarên  Rojavayê Kurdistanê rastî teqînan tên.

Welatiyekî din bi navê Dildar Yusif ji K24 re wiha axifî: “Roja yekemîn ya teqînê milet tirsiya, lê roja duyem careke din welatî li jiyana xwe ya rojane vegeriyan.”

Li gor welatiyekê ji ber hajariya xelkê, herwiha malbatên qurbaniyan nikarin zû bi zû şehîdên  xwe jibîr bikin dibin astengî li pêşiya ji nû ve avakirina malên wêranbûyî li bajarokê Til Temir.