Artêşa Tirkiyê êrîşî xaleke Asayîşa Girê Spî dike

Artêşa Tirkiyê xaleke Asayişê ya bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê careke din da ber guleyan.

K24 – Girê Spî

Artêşa Tirkiyê xaleke Asayişê ya bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê careke din da ber guleyan.

Peyamnêrê K24ê li Girê Spî ragehand ku, Artêşa Tirkiyê xala kontrolê ya hêza Asayişê ya li nêzîkî Dergeha Axçekalê ya di navbera Bajarokê Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de bi gulebaran kirin.

Derbarê ziyanên wê gulebarankirinê de jî, heya niha ti agahiyln zelel nehatine bidest xistin.

Berî du rojan jî, Artêşa Tirkiyê êrîşê dewriyeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kiribûn, lê YPGê ti daxuyanî derbarê wê êrîşê de jî neda.