Xurmatû: Turkmen tevlî Heşda Şeibî dibin

Hejmara çekdarên Heşda Şeibî li başûrê Kerkûkê 4 hezar e
kurdistan24.net

K24- Xurmatû

Akinciyên nahiyeya Taze-Xurtmatû, ku praniya wan Turkmenin, çek hildigrin û tevlî çekdarên Heşda Şeibî dibin.

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî, bûna çekdarên Heşda Şeibî li sînorê parêzgeha Kerkûkê bi metirîs didin zanîn.

Eyûb Saib, ku yek ji feramndeyên Heşda Şeibî li başûrê Kerkûkê ye ji K24 re diyar kir ku , hevahengiyeke baş di navbera wan û Pêşmergeyan de heye.

Saib got jî ku “Eger em niha dev ji sengerên xwe berdin dê çekdarên DAIŞê derbas bibin, em derbasî nava bajar nebûne, ji bo çi dibêjin ku metirsiya ji me heye.”

Di demekê de ku rêbenda serekî ya Heşda Şeibî li başûrê Kerkûkê tenê 5 K.M ji navenda bajêr dûr e.

Peyamnêrê K24 diyar kir jî ku, hejmara çekdarên Heşda Şeibî li başûrê Kerkûkê 4 hezar e.

Di meha borî de alozî û şer di navbera çekdarên Heşda Şeibî û Hêzên Pêşermegeyên Kurdistanê de li Xurmatûyê derketibû.