HDKê mijara şerê li dijî Îranê xist rojevê

Sekreterê HDKê diyar dike ku, ew destpêkirina şerê çekdarî li dijî Îranê gotûbêj dikin.

K24- Navenda Nûçeyan

Hizba Demokrata Kurdistanê-Rojhilat (HDK) ragihand ku, ew eger destpêkirina şerê çekdarî li dijî Îranê gotûbêj dike.

Sikreterê Giştî yê HDKê Xalid Ezîzî ji ajansa nûçeyan a Anadoê re got: “Esmanê Iraqê ji aliyê Amerîka ve û axa wê jî ji aliyê Îranê ve hatine dagîr kirin, Îran mijûlê pêkanîna ajaweçiyê ye li Herêmê jibo pêkanîa pilanên xwe.”

Sekreterê HDKê  amaje bi têkçûna rewşê di navbera hêza Parêzvanê Rojhilatê Kurdistanê û hêzên leşkerî yên Îranê de kir û got: “Hikûmeta Îranê herdemê şer difroşr Kurdan, HDKê jî hêla parastina axa Kurdistanê daye şopandin.”

Xalid Ezîzî ragihand jî ku ew “mijûlî gotûbêja wê yekê ne ku em şerê çekdarî lidijî Hikûmeta Iranê destpêbikin.”

Derbarê pêwendiyên li gel partiyên Kurdistanî jibo destpêkirina xebata çekdarî li dijî Îranê de, Xalid Ezîzî aşkere kir ku “Em di rewşekê de ne ku bi hezaran Pêşmergeyên me hene, herwiha bi hezaran alîgirên me li Rojhilatê Kurdistanê hene û çekdarin, lê bi rastî şêweyê destpêkirina şer mijarekî navxweyî ye û cihê behsê ye, biryara dawî pê nehatiye dan bê ka wê bi şêweyekî nû be an jî dê wek berê be.”

Navborî ew gotegota ku dibêje HDKê dest ji xebata çekdaî berdaye red kir û got: “Me bi ti şêweyî dest ji xebata çekdarî bernedaye, lêbelê şêweyê wê xebetaê dibe ku hatibe guhertin, niha tevgera hêzên çekdarên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bêhtir bûye, herwiha hejmara xortên kurd ku xwe dispêrin partiyên Kurdî jî bêhtir dibe, em bi rijdî li vê babetê dinerin.”

Sekreterê HDKê got: “Heger Îran riya xebata sivîl û demokratîk xweşneke, em neçarin kar û xebata çekdarî hilbijêrin jibo bidest xistina mafên xwe.”