Tirkiye hejmara leşkerên xwe li Qeterê zêde dike

Tirkiye û Qeterê di maha Hazîranê de Peymana Hevbeşiya Leşkeriyê çêkirin û li gorî wê peymanê Tirkiyê dikari leşkeran bişîne Qeterê.

K24 – Enqere

Tirkiye û Qeterê di maha Hazîranê de Peymana Hevbeşiya Leşkeriyê çêkirin  û li gorî wê peymanê Tirkiyê dikari leşkeran bişîne Qeterê. Tirkiye niha  li Qeterê bargeheke leşkerî saz dike û 3 hezar leşker dişine bo wê baregehê.

Balyozê Tirkiyê Ahmet Demirok ji Reutersê ragihand ku Tirkiye li Qeterê amedekariya bargehekî leşkerî dike û  bo vê yekê peymanek mohr kiriye. Di çarçoveya Peymanê Hevbeşiya Leşkerî de niha li Qeterê sed leşker hene. Ev hejmar wê bê zêde kirin.

Pisporê Rojhilata Navîn Bilgay Duman da zanîn ku li Rojhilata Navîn mêzîna hêzan tê guhertin: "Ji xwe têkiliyên Tirkiye û Qeterê hene. Pêdiviya Qeterê jî bi vêna heye. Ji ber vê yekê em dikarin vê peymanê jî di çarçoveya pêşveçûnên di têkiliyên navbera herdu dewletan de binirxînin."

Rojhilata Navîn di nav qeyranak siyasî de ye û ji ber vê hinek dewlet bi hev re tevdigerin. Pisporê Rojhilata Navîn Doç. Dr. Mehmet Şahin diyar ku kir ji ber geşedanên li Rojhilata Navîn tekiliyên Tirkiye û Qederê di asteke baş de ne: "Tekîliyên her du welatan ji aliyê leşkerî ve jî hene. Her du dewlet divê ji ber xeterbûna polîkayên derve bi hevbeşî tevbigerin. Bi Taybetî jî li dijî Îranê."

Pisporan diyar kirin ku ji aliyê leşkerî ve kêmasiyên Qeterê hene û ji ber vê dixwazê ew kêmaseyên xwe bi Tirkiye re ji holê rake û di navbera her du dewletan de wê hinek peymanên din jî çê bibin.

Pisporê Rojhilata Navîn Bilgay Duman