Xwendekarên Kurd li dijî qedexeyan meşiyan

Li Geverê xwendekaran qedexeya derketina kolanan li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê bi meşekê şermezar kirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Geverê xwendekaran qedexeya derketina kolanan li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê bi meşekê şermezar kirin.

Xwendekarên Gevera Colemêrgê, bi armanca şermezarkirina qedexe û operasyonên hinek navçeyên Bakurê kurdistanê, 3 roj dibistan boykot kirin. Xwendekaran bi danezan û meşê ev biryara xwe eşkere kirin.

 

Nêzîkî 500 xwendekar doh li navenda navçeyê meşiyan û ragihandin ku eger hikûmeta Tirkiyê helwesta xwe neguhere, ew dê her bosteke axa Kurdistanê bikin sengerê berxwedanê.

Qeymeqamiya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ragihand ku, ji ber xelkê navçeyê ji bûyeran bên parastin û aramî û ewlehiya bajêr dîsa bê kontrolkirin operasyonên ku dane destpêkirin ji 24.12.2015 saet 10.00an û pê de hatine rakirin.

Lê ji hêla din ve li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê, navçeya Sûra Diyarbekirê û li navçeyên Cizîr û Şernexê qedexe berdewam e. Li Kerboranê jî şevê din saet 22.00ê xaniyek hat gulebarankirin û ji malbatekê 2 kes mirin 2 kes jî birîndar bûn.

Çavkaniyên dewletê dibêjên xwepêşandaran mal gulebaran kirine lê çavkaniyên nêzîkî xwepêşandaran jî dibêjin polîsan mal gulebaran kirine. Herwiha li gor çavkaniyên herêmê rewşa Bakurê Kurdistanê roj bi roj aloztir dibe.