Nêzîka 3 hezar kes ji Hezexê ber bi Cizîrê ketin rê

Nêzîka 3 hezar kes li bajarokê Hezexê yê Şirnexê kom bûn û di rêya çiyê re ber bi Cizîrê ketin rê ku bi rojan e li wir qedexeya derketina ji derve heye û heta niha jî berdewam e.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêzîka 3 hezar kes li bajarokê Hezexê yê Şirnexê kom bûn û di rêya çiyê re ber bi Cizîrê ketin rê ku bi rojan e li wir qedexeya derketina ji derve heye û heta niha jî berdewam e.

Girseya ku nêzîka 3 hezar kesan dibûn saet 11ê berê nîvro li Parka Aştiyê ya li Taxa Turgut Ozal kom bûn û di nav xendek û berbestên ku hatibûn danîn re derbas bûn û ber bi Cizîra Botan ketin rê.

Di nav welatiyan de Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Erdal Ataş, berpirsên HDP, DBP û serokên şaredariyan jî cih digirin. Girse di ser cadeya Botaşê re ber bi rêya çiyê meşiyan. Heta niha jî mesa welatiyan berdewam e.

Ji aliyekî din ve li qezayê ku dikan girtî ne, boykota xwendekaran di roja 9emîn de berdewam. Hat ragehandin ku yek ji armanca meşê piştgiriya Cizîrê û protestokirina operasyonên dewletê yên li heremê ne.