Artêşa Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê çi dike?

K24- Navenda Nûçeyan
Hêzek ji artêşa Tirkiyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û rêyekê bi dirêjahiya yek kîlo metrê vekir.
Peyamnêrê K24 diyar kir ku, duh danê êvarî hêzek 200 leşkerî ji artêşa Tirkiyê sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas kir û hat derdora gundê Sermsaxa Banî ya ser bi Girkê Legê ve.
Wê hêza Tirkî rêyek bi dirêjahiya yek kîlo metrê vekir heta ku gehişte girê Serimsaxê, ku bi navê girê Til Efrît tê naskirin û li wêde bicih bû.
Gundiyên Sermsaxê ji peyamnêrê me re diyar kirin ku, wê hêza Tirkî alavên kolandinê ligel xwe derbas kirine, herwiha girê Til Efrît û derdora wî dikole.
Gundiyan diyar kir jî ku, kes ji aliyê Asayîşa Rojava, yan jî YPGê rê li ber derbasbûna wê hêzê negirtin. Lê piştî derbasbûna wê hêza Tirkiyê, Asayîşê hêzeke zêde ji Yekîneyên Parastina Cewherî (YPG) anîne wê deverê.
Herwiha xelkên deverê şandeyek pêkanîn û çûn cem wê hêza Tirkî ji bo ku ligel wan biaxifin.
Gundê Sermsax dikeve ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê, herwiha 10 kîlometreyan dûrî bajarokê Dêrikê ye.