Libnan: 200 penaberên Sûrî hatin girtin

Bi sedema nebûna belgeyên yasayî yên penaberêiyê, 200 penaberên Sûrî ji aliyê Artêşa Libnanê ve hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Bi sedema nebûna belgeyên yasayî yên penaberêiyê, 200 penaberên Sûrî ji aliyê Artêşa Libnanê ve hatin girtin.

Artêşa Libnanê operesyonek li herêma Biqayê ya Libnanî li deverên ku penaberên Sûrî lê dimînin kir û ji ber nebûna belgeyên yasayî yên penaberan, 200 penaber ji aliyê Artêşa Libnanê ve hatin girtin.

Hikûmeta Libnanê tengiyê li penaberên Sûrî dike, bi taybetî piştî ku biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya hejmar 2254 ya derbarê nexşerêya Sûriyê de red kiribû, ku di wê biryarê de hatiye “Bidestpêkirina agirbestê li Sûriyê dê penaber bi awayekî xwebexiş vegerin Sûriyê.”

Tê zanîn ku bêhtirî ji milyon penaberên Sûrî li Libnanê dimînin.