Barzanî bo Xirîstiyanan: Bi azadî û serbilindî li Kurdistanê bijîn

Serokê Herêma Kurdistanê roja jidayîk bûna Hz. Îsa û sala nû ya zayînî li Xirîstiyaniyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û got: “Kurdistan welatê we ye, bi azadî û serbilindî tê de bijîn.”

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serokê Herêma Kurdistanê roja jidayîkbûna Hz. Îsa û sala nû ya zayînî li Xirîstiyaniyên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û got: “Kurdistan welatê we ye, bi azadî û serbilindî tê de bijîn.”

Sibê (25ê Kanûnê) roja jidayîkbûna Hz. Îsa e. Bi vê helkeftê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî peyamek belav kir û ew cejin li Xirîstiyanên Kurdistanê pîroz kir.

Barzanî di peyama xwe de diyar kiriye ku, di van salên dawiyê de Xirîstiyan li Iraqê rastî êrîş û înkarê hatin û di encama êrîşa DAIŞê de cihên dîrokî, bajar û gundên wan li parêzgeha Mûsilê ketin destê “wan hovan.” 

Barzanî got jî: “Lê spas ji Xwedê re ku terorîst ji aliyê Pêşmerge ve hatin şikandin û bi hêviya Xwedê jinavbirina wan jî nêzîk bûye û xûşk û birayên me yên Xirîstiyan dê bi serbilindî vegerin ser warê xwe.”

Barzanî di beşek ji peyama xwe de jî destnîşan kiriye ku Kurdistan welatê Xirîstiyanan e û ew dikarin bi azadî û serbilindî tê de bijîn.