Nerîna aliyên siyasî li ser referandûma serxwebûnê

YNK daxwaza dema guncaw dike, Komela Îslamî jî daxwaza komdengiyê dike.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) radigehîne ku, pêwîstiya referandûmê bi demek zêdetir heye.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, ku di heman demê de Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye, di civîna dawî ya ligel serkirdayetya wê partiyê de, daxwaz encamdana danûstandinên derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ligel aliyên din kir.

YNK daxwaza “dema gunca” dike ji bo encamdana referandûa serxwebûnê, bi pêwîst jî dizane ku Iraq cîraneke baş be.

Komela Îslamî jî daxwaz dike ku ew babet bi razîbûna hemû aliyên siyasî be, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî bi geşbînî li wê pirsê dinêre.