Demîrtaş rexneyên tund li AKPê digire

Hevserokê HDPê piştî vegera ji Moskoyê, ragihand ku “Tirkiyê di siyasetên navxwe û derve de ne serkeftî ye.”
author_image Siyamend Brim
kurdistan24.net

K24 – Enqere 

Hevserokê HDPê piştî vegera ji Moskoyê, ragihand ku “Tirkiyê di siyasetên navxwe û derve de, ne serkeftî ye.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selehetîn Demîrtaş li firokxaneya Enqerê ji rojnamevanan re axivî û derbarê tohmetên Serokwezîr Ahmed Davutoglu de ragihand ku, “Tirkiyê di siyasetên navxwe û derve de ne serkeftî ye.Pêwendiyên Tirkiyê bi dewletên cîran re ne baş in, em nikarin herin Tehran, Bexda û Şamê jî.” 

Demîrtaş rexneyên tund li siyaseta AKPê girtin û got: “Berpirsên AKPê 14 sal in welêt birêve dibin, berpirsên yekem jî ji rewşa niha yê Tirkiyê ew in.”

Demîrtaş got jî “Berê jî me gotibû ku xistina firokeya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, şasiyeke mezin e. Em nikarin hemû siyaseta APKê erê bikin û berjewndiyan wan biparêzin heger şaşbûnên AKPê hebe jî em dibêjin, li hember siyasetên AKPê yên şaş serkeftina siyaseta HDPê heye.”

Demîrtaş derbarê kolandina xendekan û rewşa ku li Bakurê Kurdistanê dibe diyar kir ku “Em banga aştiyê dikin, APKê jî bi tank û topan dikeve bajarê me, heger ew dikarin bila ew bêjin em amade ne bo aştiyê.”

Demîrtaş got jî “AKPê leşker şandin Mûsilê û gotin em ti carî venakişînin, lê piştî du rojan bi xwe vekişandin.”