Muxtarên Diyarbekirê dixwazin operasyon rawestin

Muxtarên navçeyên Diyarbekirê ji bo operasyon û qedexeyên li ser navçeya Sûra Diyarbekirê bêne rakirin daxwiyaniyek dan çapemeniyê.

K24 - Diyarbekir

Muxtarên navçeyên Diyarbekirê ji bo operasyon û qedexeyên li ser navçeya Sûra Diyarbekirê bêne rakirin daxwiyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxwiyaniyê de Muxtarê navçeya Yenişehîrê Burhan Îpek got: "Tu rewatiya qedexekirina derketina kolanan tune ye, gelek zarok bi ve nerîtê hatine kuştin û divê hikûmet yekser ji bo gotûbêjan li ser maseyê rune."

Li Sûra navçeya Diyarbekirê ji bo xendek bên girtin û berbest bêne rakirin ji 02.12.2015an ve derketina kolanan hatiye qedexekirin û ji aliye hêzên ewlehiyê ve operasyon hatine destpêkirin û bi dehan kesan canê xwe ji dest dane.

Ji bo şer û pevçunên ku 24 roj e berdewam in bên sekinandin muxtarên Diyarbekirê doh bi daxwiyaniyekê bangî hukumetê kirin û gotin: "Tu hinceta operasyonên ku di nav kolanan de têne kirin nîne, divê şerê kolanan were sekinandin, ji ber ku ev şer zerarê dide can û malên welatî û sivîlên ku di kolanan de dijîn."