Serdana Demîrtaş a bo Rûsyayê rojev germ kiriye
K24 – Enqere
Li Tirkiyê zimanê siyasetê her diçe tundtir dibe. Siyasetmedar li ser serdana Demirtaş a bo Rûsyayê, pergala serokatiyê û xweseriyê bi awayekî tund hevdu rexne dikin.
Li Enqerê siyasetmedar hevdu bi giranî rexne dikin. Di rojeva siyasetê de, pergala serokatiyê, ragijhandina xweseriyê û serdana Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş a bo Moskowê hene.
Piştî ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoğlu jî nerazîbûna xwe li dijî gotinên Demirtaş ên wekî "Tirkiye bi Xistina Firokeyê şaşîtiyeke mezin kir" û ev yek wekî xayintiyê nirxandin, Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen bersiv da rexneyan û got ku Erdogan ji bo bi Putîn û Lavrov re hevdîtinan bike hewl dide û niha wek Enwer Paşe tevdigere.
Bîlgen wiha axifî: "Mixabin ev helwêst Enver paşe tîne bîra mirov. Gava birêz Serokkomar di vê mijarê de rexneyên xwe dike, xwe dike wek Enver Paşa. Em ji vê yekê aciz in. Ji dêvla ku ew me bi xayintiyê sûcdar dikin, bila li xwe binerin.”
Cîgirê Serokê Koma MHPê Oktay Vural jî tevlî van niqaşan bû. Vural serdana Moskowê li dijî Tirkiyê nirxand û derbarê pergala serokatiyê de rexne li AKPê girtin: "Ji te re serokatiya xweseriyê. Gava bi xendekan negihin armanca xwe wê bi guhertina destûrê vê bikin. Dixwazin van niqaşên siyasî di çarçoveya guhertina destûrê de bikin.”
Siyaseta Tirkiyê bi taybetî ji ber operasyonên li ser bajarên Kurdan bûye cihê nîgeraniyê û her kes hev du tawanbar dike. Gelekî tê meraqkirin ku ev siyaset wê ber bi ku ve biçe? Tê çaverê kirin ku piştî serdana Davutoglu a bi serokên partiyan re niqaş kêmtir bibe.