Gelê Kurd bûye penaberê welatê xwe

Şer û pevçûn dibin sedema koçkirina Kurdan. Bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber rewşa aloz vala dibin. Êdî geştên otobasan jî bo bajarên ku Kurd lê dijîn wek berê ne zêde ne.

K24 - Stenbol

Şer û pevçûn dibin sedema koçkirina Kurdan. Bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber rewşa aloz vala dibin. Êdî geştên otobasan jî bo bajarên ku Kurd lê dijîn wek berê ne zêde ne. Kurdên ku koç dikin ji operasyonan gelek bêzar bûne.

Diyarbekir û Şirnex di serî de li gelek bajarên Kurdistanê piştî biryara qedexekirina derketina derva û destpêkirina şer welatiyên Kurd ji bo ku xwe bispêrin cihên ewle dest bi koçê kirine. Beriya şer ji Stenbolê her roj nêzîka 20 otobas ber bi bajarê Diyarbekirê geşt dikirin.

Nîhat Ozmenê ku li Stenbolê, xwediyê kompanyayeke otobasê ye dibêje ku berî şer rojê 3 otobasên fîrmaya wî bo Diyarbekirê diçûn lê niha yek otobas bi rê dikeve û ew jî vala diçe: "Îro şer heye loma kesek naçê Diyarbekirê, milet tev ji wêderê (Diyarbekirê) direvin tên bajarên mezin. Îro niha di otobasa min de tenê yek rêwî heye. Ji vir heta Diyarbekirê 4 heta 5 milyar mesrefa otobasa min çêdibe."

Ajokarê otobasê Mehmet Gul jî got ku rewşa niha ji ber pevçûnan guheriye: "Beriya şer otobasên me ji wir û ji vêderê jî tijî dihatin û diçûn. Lê niha tenê otobas ji wê derê tijî tên ji vir vala diçin."

Rêwiyên ku ji navçeyên Diyarbekirê tên Stenbolê êdî ji operasyonan bêzar bûne. Rêwiyeke jin ku ji Farqînê ji ber şer hatiye Stenbolê ba zarokên xwe wiha got: "Şer û pevçûn heye bi tank û topan li me dixin, malan xera dikin, em tî û birçî hiştin ka em çawa bikin."

Koçkirina Kurdan heta demekê li nav bajarên Kurdistanê bû lê niha tê xuyakirin ku Kurd hêdî hêdî koçî rojavayê Tirkiyê dikin. Tenê ji Sûrê 22 hezar kesan malên xwe bi cîh hiştine. Bi kurtî yên koç dikin Kurd in û miletê Kurd bûye penaberê welatê xwe.