Xweserî wek mafekî rewa tê nirxandin

Kurdên Bakurê Kurdistanê bi dehan sal e bo bidestxistina statûyekê li ber xwe didin. Ev demeke dirêj e bo vê yekê hinek gav avêtine û li hinek bajaran xweserî ragihandine.

K24 – Enqere

Kurdên Bakurê Kurdistanê bi dehan sal e bo bidestxistina statûyekê li ber xwe didin. Ev demeke dirêj e bo vê yekê hinek gav avêtine û li hinek bajaran xweserî ragihandine. Niha Kurdên Bakurî ji bo li hemû Kurdistanê xweseriyê ragihînin, xwe amade dikin û bo vê yekê li piştgiriyê digerin. Rêxistina Mafên Mirovan û HDPê ev daxwaz wek mafekî rewa nirxand.

Xweseriya Demokratîk ango xwe bi xwe rêvebirin yek ji girîgtirîn mijar e ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tê nirxandin. Li gelek navçeyan xweserî hatiye ragihandin û gel dixwaze xwe bi xwe rêve bibe û biparêze lê belê ev daxwaza wan ji aliyê dewleta Tirk ve nayê pejirandin û ji ber vê yekê jî li wan bajarên xweserî lê hatiye ragihandin şer û pevçûnên giran çêdibin.

Xweserî ji aliyê Meclîsên Gel ve tê ragihandin û HDP jî wekî partiyekê xwedî li biryara gel derdikeve.

Alîkara Hevserokatiya HDPê Meral Daniş Beştaş derbarê mijarê de ji Kurdistan 24ê re axivî û got: “Divê tu kes li hemberî îradeya gel nesekine. Ji ber ku niha gel bi zilm û zordariyeke mezin re rûbirû ye û bi rastî komkujiyên mezin li dijî gel tên kirin. Em jî li rex gelê xwe, li ba gelê xwe ne. Em piştgiriyê didin wan û em dibêjin bila îradeya wan bê naskirin.”

Herçiqas dewlet vê biryara gel nepejirîne û bi vê hincetê operasyonên berfireh dibe ser wan bajarên ku xwesirî raginadine jî Kurdên Bakur dibêjin ev yek mafê wan ê rewa ye û ji daxwaza xwe venagerin.

Komeleya Mafên Mirovan, Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî bi bîr tîne û dibêje divê dewlet li gorî vê peymanê bersivê bide daxwaza Kurdan a bo xweseriyê.

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî di vê derbarê de ji K24ê re nerînên xwe wiha anîn ziman: “Divê Tirkiye vê meseleya xwebirêvebirinê, vê meseleya xweseriya demokratîk ango meselaya Kurdan a statûyê çareser bike. Xweserî ne daxwazeke siyasî ye, xweserî daxwaza mafekî mirovan e. Neteweyên Yekbûyî jî cih daye vî mafî.”

Li gorî xala 1emîn a Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî, mafê her gelî heye ku çarenûsa xwe diyar bike. Li gorî vî mafî, her gel dikarin bi awayekî azad biryara statûya xwe ya siyasî bidin û herwiha dikarin xwe di warê aborî, civakî û çandî de pêş ve bibin. Dewletên ku ev Peyman mohr kirine neçar in rêzê li van mafan bigire. Tirkiyê jî yek ji wan dewletane ku ev Peyman mohr kiriye.

Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan