Qamişlo: Daxwaza azadkirina rojnamevan Amir Murad tê kirin

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li Sûriyê, girtina rojnamevanan wek binpêkirina mafê mirov û azadiya raderbirînê binav dike.

K24 – Qamişlo

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriyê, girtina rojnamevanan wek binpêkirina mafê mirov û azadiya raderbirînê binav dike.

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê - Sûriyê, derbarê girtina Rêveberê Radyoya “Hêvî” rojnamevan Amir Murad ji aliyê Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve daxuyaniyek belav kir û dawaza azadkirina wî kir.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Girtina rojnamevan Amir Murad di zîndana Cirkîn ya leşkerî de, piştî çend rojan ji ragihandina yasayekê bo rêxistina karê rojnamevanan, tê wateya astengkirina karê ragihandinê ye û li dijî maf û parastina rojnavena ye.”

Daxuyanî wiha berdewam dike: “Ev ne cara yekem e ku astengkirina karê rojnamevanên Kurd tê kirin, di heman demê de ku ragihandina girêdayî rêjîma Sûriyê li Kurdistana Sûriyê bi azadî kar dike.”

Sendîkaya Rojnamevanan daxwaz ji Asayişê kir ku, Amir Murad yekser were azadkirin, herwiha rê li ber azadiya rojnamegeriya Kurdî bê vekirin daku rastiyê li Kurdistana Sûriyê veguhêzin.

Rojnamevan Amir Murad roja 22ê vê mehê ji aliyê Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve li bajarê Qamişlo hatibû girtin. Amir Murad di sala 2003an de jî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve bi tohmeta perçekirina axa Sûriyê hatibû girtin.