Divê zarokên Bakurê Kurdistanê bên parastin

Saziyên civakî, akademîsyen, hunermend û parlamenterên Tirkiyê ji bo zarokên li Bakurê Kurdistanê tên kuştin, çalakiyek kirin û gotin ku divê yekser ew alozî were rawestandin.

K24 – Enqere

Saziyên civakî, akademîsyen, hunermend û parlamenterên Tirkiyê li ber deriyê Parlamentoyê ji bo zarokên li Bakurê Kurdistanê tên kuştin, çalakiyek kirin û gotin ku divê yekser ew alozî were rawestandin.

Li Bakure Kurdistanê ji 7ê Heziranê heta niha rewşa aloz û qedexeya derketina  derve berdewam e. Di encama operasyonan de 42 zarok ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kuştin û 52 jî birindar bûne.

Xwepêşander diyar dikin ku ew ditirsin ev şer zêdetir bibe û herwiha li ser jiyana zarokan bandoreke nebaş bihêle. Komaleyên Mafên Mirovan ji bo sekinandina şer û pêkanîna aştiyê bangî rayedarên dewletê û Parlamentoya Tirkiyê kirin ku bi erkên xwe rabin.

Derbarê mijarê de Berpirsyara Komeleya Mafên Zarokan Ezgî Koman ji K24ê re got: "Em îro hinek daxwazên xwe ji parlomentoyê dikin. Bila endamên partiyan biçin herêmê û li wê derê komisyonên mafên mirovan saz bikin û raporeke berfireh amade bikin. Bila rojnameger û parezvanên mafên mirovan jî biçin wê derê. Ji ber ku agahiyên baş ji herêmê nayên."

Li herêmê jiyan sekiniye û mafê jiyan, perwerde û tenduristiyê ji dest zarokan hatine wergirtin.  zarok dibin şahîdê şer û tundiyê û wiha tên piştguh kirin . Dewlet jî erkên xwe  bicih nake û li gorî mafê zarokan tevnagere û wan naperêze.

Parlamentera CHPê ya Enqerê Şenal Sarihan jî wiha axifî: "Em îro nikarin zarokên xwe biparêzin û her roj ew bi mirinê ve rûbirû dimînin. Zarokên herêmê jiyana girtigehê dijîn. Divê li hêremê dawî li kuştinan were û ji bo zarokan qadên ewle bên çekirin."

xwepêşanderan da zanîn ku divê qedexeya derketina derve bê rakirin û dewlet li gorî Peymana Mafên Zarokan a Navneteweyên Yekbuyî tevbigere û wek berê gotûbêjkirinê li ser azadî, aştî û demokrasiyê destpê bikin. Herwiha bo saziyên civakî jî banga parastina zarok û ciwanan hate kirin.

Parlamentera CHPê ya Enqerê Şenal Sarihan