Zexta Îranê li ser rêbaza Behayî berdewam e

Hêzên Ewlekariyê yên Îranê li bajarê Sinê yê Rojhilata Kurdistanê, merivên kesekî ji rêbaza “Behayî” digirin, daku merivê xwe yê Behayî tohmetbar bikin.

K24 – Sine

Hêzên Ewlekariyê yên Îranê li bajarê Sinê yê Rojhilata Kurdistanê, merivên kesekî ji rêbaza “Behayî” digirin, daku merivê xwe yê Behayî tohmetbar bikin.

Li gor raporteke taybet a çalakvanên mafên mirov li Îranê, hêzên ewlekariyê hejmarek ji merivên kesekî ji rêbaza Behayî yê bi navê Zebîhula Reufî girtine û ji wan xwestine ku Reûfî tohmetbar bikin.

Di vê derbarê de Reûfî wiha dibêje: “Peywendiya min ligel merivên min baş e, lê du-sê kesan ji wan bo werin azadkirin li ba hêza ewlekariyê ew daxwaza wan erê kirine. Piştre wan got ku ew neçar bûne li dijî te biaxifin. Herwiha kesekî ji merivên min di nameyekê de daxwaza lêborînê ji min kir û nivîsiye ku ew neçar bûye dozê li dijî min veke.”

Zebîhula Reûfî di 8ê Îlona borî de ji aliyê hêza ewlekariya Îranê ve hatibû girtin, lê piştre bi kefaleta 30 milyon tûmenê Îranî hat azadkirin. Lê doza wî berdewam e. Reûfî di 14ê vê mehê de bi tohmeta “propagandeya li dijî Komara Îslamî” li dadgeha Înqilabê ya Sinê hatibû dadgehkirin. Piştî çend rojan ji girtina Reûfî, hêza ewlekariyê hevjîna wî Perwane Rehmanî binçav kirin û bo cihekî ne diyar birin.

Li Îranê rêbaza Behayî û mafê bawermendên wê rêbazê bi fermî nayê nasîn. Herwiha bawermendên rêbaza Behayî jî tên girtin, mafê xwendina di zanîngeh û navendan de jî ji bawermendên rêbaza Behayî re tune ye.

Behayî wek rêbazeke nû tê hejmartin, di nivê sedsala nozdehan de ji aliyê Mîrza Elî Şîrazî (1819 – 1850) ve hatiye damezrandin û nasnavê bavê xwe li wê rêbazê kiriye. Şîrazî di 8ê Hezîrana 1850an tê darvekirin û li nêzîkî Tehranê tê veşartin. Di sala 1868an de jî şagirtên wî termê wî vediguhêzin herêma Kirmil ya Ekayê li Filistînê.