Rojnameger li dijî gefên ser çapemeniyê meşiyan

Rojnamevan dixwazin gef li wan neyên xwarin û ew bi awayekî azad xwe bigihînin rastiya bûyeran û wê rastiyê jî bigihînin raya giştî.

K24 – Diyarbekir

Hejmarek rojnamegerên Diyarbekirê ji bo qedeyên li ser navçeyên Bakurê Kurdistanê û  gefên li ser xebatên rojnamegeran daxûyaniyek belav kirin û meşiyan. Rojnamevan dixwazin gef li wan neyên xwarin û ew bi awayekî azad xwe bigihînin rastiya bûyeran û wê rastiyê jî bigihînin raya giştî.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad û Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyeyê ji bo ku balê bikşînin ser binpêkirina mafên azadiya çapemeniyê û binçavkirina rojnamegeran, li ber Şaredariya Bajarê Mezîn a Diyarbekirê civîyan û ber bi navçeya Sûrê meşiyan.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Azad Hakkı Botan got: "Di peymana navneteweyî de çapemenî ji bo ku bikaribe bibe pira navbera civak û dewletê divê bikaribe xwe bigihîne her der û agahiyan. Lê li Tirkiyeyê çapemenî ne azad e, em dixwazin astengî û qedexeyên li ser rojnamegeran bêne rakirin."