Rûsya û Amerîkayê li ser “grûpên terorîst” lihev kirin
K24- Navenda Nûçeyan
Berpirsekî Rûsî diyar dike ku, welatê wî û Amerîkayê li ser lîsteya grûbên terorîst yên li Sûriyeyê li hev kirin.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Gennadiy Gatilov ji ajansa RİA Novostiyê re ragihand ku, di mijara lîsteya grûbên terorîst yên li Rojhilata Navîn de Rûsya û Amerîka di heman nêrînê de ne.
Gatilov di berdewamiya axaftina xwe de got, niha di rojeva wan de çûna çavdêrên Neteweyên Yekbûyî li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê “tiştek nîne.”
Wî bwepirsê Rûsî diyar kir jî ku, ev mijar niha ne di rojeva me de ye û di paşerojê de wê baş diyar bibe û wiha berdewam kir: “Ya herî girîng li hev kirina li ser lîsteya grûbên terorîst e, ji bo ku hikumeta Sûriyeyê bi beşeke siyasî ya opozîsyonê re bikaribe pêvajoya diyalogê diyar bike.”
Beriya niha Urdin hatibû spartin bo diyarkirina grûpên terorîst yên ku li Sûriyê şer dikin, ew lîset jî ligel nexşerêya çareserkirina krîza Sûriyê, ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve hatiye pesendkirin.