KCD bi rojeva “Xweseriyê” li Diyarbekirê dicive

Hevserokê HDPê diyar dike ku, ew dê di yasayên Tirkiyê de li egera ragihandina xweseriyê bigerin.

K24- Diyarbekir

Kongreya Civaka Demokratîk KCDê di 26 û 27ê vê mehê bi rojeva Xweseriyê li Diyarbekirê dicive. 

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selaheddîn Demîrtaş derbarê kongreyê de got; ew dê her du rojan li ser Xweseriya Demokratîk û rêbaza birêvebirina wê biaxivin. 

Çav li encamnameya kongreyê ne û tê meraqkirin ko gelo dê Xweseriya Demokratîk bi berfirehtir bibe yan na?

Hevserokên KCDê Selma Irmak û Xetîp Dîcle di 18ê vê mehê de li Diyarbekirê ragihandibûn ku, dê di 26 û 27ê vê mehê de bi 501 delegeyan re “Kongreya Awarte” rabigihînin. Amadekariyên kongreyê hatin temamkirin û êdî çav li encamnameyê ne. 

Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî got ku, ew dê di kongreyê de li rêyên axaftina Xweseriyê di Yasayên Tirkiyeyê de gotûbêj bikin.

Hevserokên Partiya Herêman a Demokratîk BDPê, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê û Hevşaredar, parlementer û nûnerên saziyên sivîl dê beşdarî kongreyê bibin. 

Yek ji mijarên sereke Xweseriya Demokratîk e, lê heta niha 16 şaredarên DBPyî ji ber ku Xweseriya Demokratîk ragihandine, ji aliyên dadgehên Tirkiyeyê ve hatin girtin.