Xirîstiyanên Mêrdînê jî krîsmes pîroz kirin

Serokê Şaredariya Mezin a Mêrîdnê jî tevlî merasîmê bû û peyamek belav kir.

K24- Mêrdîn

Li yek ji dêrên Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, xirîstiyanan cejnên serê sala nû (krîsmes) pîroz kirin, Ahemed Turk jî bi boneyê peyamek belav kir.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku, merasîma pîrozkirina krîsmesê li dêra Kirklarê ya Mêrdînê birêve çû, xirîstiyanên navçeyê jî ji bo bidawîhantina şer li Sûriyê û Tirkiye nimêj kirin.

Herwiha Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Ahmed Turk û Hevseroka Şaredariyê Februniye Akyol Akay derbarê heman boneyê de peyamek belav kirin.

Merasîma li Dêra Kirklar a Mêrdînê hatiye lidarxistin, ji aliyê Metropolîtê Mêrdîn – Diyarbekir, Salîba Ozmen û Serekkeşeyê Dêra Kirklarê Gabriel Akyuz û beşdariya Ahmed Turk û Akyol Akay birêve çû.

Metropolîtê Mêrdîn – Diyarbekirê Salîba Ozmen di gotara xwe de diyar kir ku, ew dixwazin Li Tirkiyê û li Sûriyê şer raweste û mirov bijîn.  

Ahmed Turk jî di peyama xwe de got: “Mêrdîn li dinyayê mînaka mirovahiyê ye ku destnîşan kiriye û warê xweşbîniyê ye. Mêrdîn bajarekî wiha ye ku Misilman, Xirîstiyan, Ermenî, Suryanî, Êzidî û ji her cûre însan bi awayekî pirrengî, li vir dijîn. Di vî bajarî de kî şaşiyekê bike, ew ê dîrok wî/ê darizîne. Îro tiştekî ku em bikaribin hebe, ew jî yekîtî, bihevrebûn, biratî û bihevre jiyaneke weke însanan e. Wekî din ti ramanên me tune ne.”