Jinan li Diyarbekirê banga rawestandina şer kirin

Parlamenteran ragihandin ku ew li ser kuştina jin û zarokan hatine herêmê û xwestin pirsgirêk ne bi çekan lê bi siyasetê bên çareserkirin.

K24 – Diyarbekir

Ji Partiya Gel a Komarê CHPê 6 parlementerên jin hatin Diyarbekirê û derbarê alozîyên li Bakurê Kurdistanê de lêkolîn kirin. Parlementeran ragihandin ku ew li ser kuştina jin û zarokan hatine herêmê û xwestin pirsgirêk ne bi çekan lê bi siyasetê bên çareserkirin.

Ji hêla din ve bi sedan jinên endamên Kongreya Jinên Azad KJAyê jî xwestin bi bimeşin navçeya Sûrê, lê polîsan rê li wan girt. KJAyê ragihand o tundûtûjiya li ser jin û zarokan tawanekî mirovahiyê ye.

Ji bo ewlehîya Tirkiyeyê û çareseriya şer û pevçunên li Bakurê Kurdistanê CHPê xwestibû ku li Parlamentoya Tirkiyeyê komisyonek lêkolînê bê sazkirin, lê Partiya Tevgera Neteweperest MHP û partiya desthilatdar AKPê ev pêşniyar qebûl nekiribûn.

Li ser vê yekê CHPê biryara sazkirina komîsyonekê da û şandeya xwe doh rêkir Diyarbekirê. CHPê, bi karsaz, keya û malbatên ku ji malên xwe koçkirine re hevdîtin kirin. Parlementerên jin, bi destûra polîsan ji berbestan derbasî Taxa Melîk Ehmed bûn û bi xelkê re civiyan.

Piştî hevdîtinê Cîgira Serokê CHPê Selîn Sayik Buke got; “Me xwest tiştên ku li vir diqewime em bi çavên xwe bibinin. Emê di encama lêkolînên xwe de roparekê amade bikin û pêşkêşî parlementoyê bikin. Em ê ji parlementoyê dîsa daxwaza pêvajoya çareseriyê bikin. Lê divê partiyên din jî alikariyê CHPê bikin û pêvajoya çareseriyê êdî berdewam bibe.”

KJAyê jî bi meş û daxûyaniyekê kuştina jin û zarokan protesto kir û ragihand; “Li ber çavên dinyayê komkûjiyek pêk tê, tax, kuçe, dibistan û malên me kavil dibin. Di pevçûnan de 44 zarok hatin kuştin. Li dijî tirsê jin li Kobanê, Farqîn, Nisêbîn, Gever, Cizîr, Silopî û Sûrê li ber xwe didin. Dê ev berxwedan bibe hêviya mirovahiyê.”