Mamoste banga rawestandina şer dikin

Mamosteyên Sendîkaya Perwerdeyê (Egitim-Sen) li dijî şer û pevçûnên li bajarên Bakurê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan dan.

K24 – Enqere

Mamosteyên Sendîkaya Perwerdeyê (Egitim-Sen) li dijî şer û pevçûnên li bajarên Bakurê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan dan û Wezareta Perwerdê li Dadgeha Enqerê gilî kirin ku mamoste ji bajarên Kurdan vekişandine û mafê zarokên Kurd ên perwerdê ji dest wan girtiye.

Mamosteyan di çalakiya xwe de ragihandin ku ji ber qedexekirina derketina derve bi taybetî zarok û jin welatiyên sivîl zerareke mezin dibînin û wezareta perwerdê jî bi wê yekê tawanbar kirin ku li gorî polîtîkayên dewletê yên şer tevdigere.

Endamên Sendîkaya Perwerdê diyar kirin ku bi peyama Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê mamoste ji Cizîr û Silopiya Şirnaxê vekişiyane û zarokên Kurd ji mafên wan ên Perwerdê hiştine û herwiha leşker û polîs ketine wan dibistanên vala.

Di daxuyaniyê de biryara Wezareta Perwerdê ya bo vekişandina mamosteyan hate şermezar kirin û wiha hate gotin; li Cizîrê û gundên wê 1290 û li Silopî jî 1700 mamoste li ser peyama Rêveberiya Perwerdê dest  ji perwerdê berdan e. Li Kerboranê 358 mamosteyan û li Nisêbînê ji 1331 mamosteyan dibistan û xwendakarên xwe hiştine. Li hemû bajarên ku şer û pevçûn lê hene tu xwendakar nikarin biçin dibistanê. Ango dewletê mafê zarokên Kurdan ê xwendinê ji dest wan girtiye û bi vê yekê peymanên navneteweyî yên parastina mafên zarokan binpê dike û wezareta perwerdê jî bi helwesta xwe dibe şirîkê vî sûcî.

Mamosteyan herwiha banga rawestina şer û operasyonan kir û Wezareta Perwerdê li Dadgeha Enqerê gilî kirin.