52 gundên Kobanê hatin rizgarkirin
K24 - Kobanê
Hêza Sûriyê ya Demokratîk 52 gundên Kobanê ji bin destê DAIŞê rizgar kirin û ber bi bendava Tişrînê ve diçe.
Derbarê vê mijarê de peyamnêrê K24ê li bajarî Kobanê got: "Duh, çekdarên DAIŞê 12 kîlometre dûrî bendava Tişrîn kemînek ji Hêza Sûriyê ya Demokratîk re danîbûn, lê ew pilana DAIŞê bi ser neket, şer û pevçûn di navbera wan û Hêza Sûriyê ya Deokratîk de derket."
Peyamnêrê K24ê da zanîn ku di encama wan şer û pevçûnan de pênc gund ji aliyên Hêza Demokratîk ve ji DAIŞê hatin paqijkirin, herwiha 7 endamên rêxistinê jî hatin kuştin.
Ji aliyê xwe ve Hêza Sûriyê ya Demokratîk tekez kir ku, heta niha wan 52 gundên bajarê Kobanê rizgar kirine û tenê 5 kîlometre di navbera wan û bendava Tişrînê de mane.