Li Rihayê 10 xwendevan hatin binçavkirin

Li Zanêngeha Harranê ya bajarê Rihayê şer û pevçûn di navbera xwendevanan de derket û di encamp de 10 xwendevan hatin binçavkirin.

K24 – Riha

Li Zanîngeha Harranê ya bajarê Rihayê şer û pevçûn di navbera xwendevanan de derket û di encamp de 10 xwendevan hatin binçavkirin.

Li Bakurê Kurdistanê xwendevanên Zanîngeha Harranê ji bo şermezarkirina operasyonên li navçeya Cizîr û Silopiyê xwestin ku daxuyaniya çapemeniyê bidin û xwepêşandanê bikin.

Lê hinek xwendevanên ku tê iddiakirin alîgirên DAÎŞê ne nerazîbûn nîşan dan û di navbera wan de pevçûn derket. Piştî pevçûnê polîsan bi gazên rondikrêj û avê destêwerdana xwendevanan kirin. Di encam de 10 xwendevan hatin binçavkirin. Hefteya borî jî li bajarê Şirnexê 9 xwendevanên keç ji aliyê tîmên taybet ve ji ber heman sedemê hatibûn binçavkirin.