Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Stenbolê ye

Bi armanca gotûbêjkirina rewşa navçeyê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gehişte Stenbolê.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Bi armanca gotûbêjkirina rewşa navçeyê û peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gehişte Stenbolê.

Peyamnêrê K24ê li Stenbolê ragehand ku berî bi demekê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya firokexaneya Ataturk gehişte Stenbolê û biryar e ligel Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bicive.

Li gor agahiyên peyamnêrê K24ê, şerê terorê, peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye û proseya aştiyê mijarên serekî yên civîna navbera Barzanî û Davutoglu ne û qala wan hemû rêkeftinan tê kirin ku di navbera Hewlêr û Enqereyê de hene bi taybetî jî peywendiyên aborî û bazirganî.

Herwiha peyamnêrê K24ê Kameran Hacî da zanîn ku gotûbêjeke taybet li ser şerê terorê tê kirin ku niha rizgarkirina bajarê Mûsilê nêzîk bûye û Tirkiye jî dixwaze rolekî girîng di şer de bibîne.

Li ser meseleya gelo dê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bicive, Kameran Hacî got ku heta niha ne diyar e ka dê ligel wan bicive yan na, ji ber dema mana Barzanî li Tirkiyê nehatiye diyarkirin.