Hewlêr: Hejmarek rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê hatin xelatkirin

K24 – Hewlêr 

Malpera “Tîrêj Efrîn” li Hewlêrê komek rewşenbîr û hunermendên Rojavayê Kurdistanê ji ber rola wan di xizmeta çand û kelepûra Kurdî de, xelat kirin.

Li Hola Pêşawa ya Wezareta Rewşênbîr û Lawan, îro li Hewlêrê di ahengekê de, Zirxa nehemîn ya salana ya “Tîrêj Efrîn” pêşkêşî komek rewşenbîr, nivîsakar û hunermendên Rojavayê Kurdistanê yên ku di ronîkirina çand û dîroka Kurdî de rol û keda wan yên baş hene, kirin.

Di ahengê de, nivîskar û rexnegir Ehmed Xelîl, nivîskar û rojnamevan Mihemed Hemo, hunermend Reşîd Sofî, hunermend Xelîl Reşîd, nivîskar û dîrokzan Zekeriya Huserî hatin xelatkirin.

Herwiha xelatek ku (Zirxa Tîrêj Efrîn, wêneyek Cemîl Horo û alava mûzîkê ya kevnar Ceng) pêk dihat, bi navê hunermendê Efrînê yê bi navûdeng Cemîl Horo diyarî hunermendê mezin yê Rojhilatê Kurdistanê û Serokê Enistûta Kelepûra Kurdî li Silêmaniyê hunermend Mezher Xaliqî hate kirin.

 Ahenga belavkirina xelatan bi amadebûna Koma Armanc Efrîn û gelek hunermend, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedar ji çar perçeyên Kurdistanê birêve çû.

Rêveberê malpera Tîrêj Efrîn, Ebdilrehman Hacî Osman ji K24ê re ragihand ku, “Ev Heşt sal in ku malpera Tîrêj Efrîn xelatan li rewşenbîr û hunermandan li Efrînê belav dike, lê ji ber rewşa awerte û dorpêçkirina Efrînê, îsal me li Hewlêrê ev çalakî birêve bir.”