Hevditina Dvutoglu û Demirtas betal bû

Biryar bû Hevserokê HDP Selahadîn Demirtaş û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmed Davûtoglû di 30ê Kanûnê de bicivin, lê Davûtoglû got ku, ji ber uslub û gatarên rayedarên HDPê wateya hevdîtinê nema ye.

K24 - Diyarbekir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demirtaş, di Kongreya Awarte ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bersîva gotara Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmed Davûtoglû da û ragihand ku Serokwezîrê Tirkiyeyê dixwaze bi şert û daxwazên xwe li ser maseyê rûnên, lê gelê Kurd û yên li Tirkiyeyê êdî daxwzên xwe bi berxwedanên xwe bidest dixin.

Demirtaş da zanîn ku eger Serokwezîr Ahmed Davûtoglû, ji bo naskirina mafê xweserî ango xwe birêvebirinê amade nebe, ji bo hevdîtinê jî ne amade ye. Demirtaş diyar kir ku, ewê heta dawî li ragihandina rêvebiriyên xweser xwedî derkevin û dewlet jî divê vê pergala demokratîk êdî bipejirîne.

Biryar bû Hevserokê HDP Selahadîn Demirtaş û Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmed Davûtoglû di 30ê Kanûnê de hevdîtin bikirana, lê Davûtoglû doh got ku, ji ber uslub û gatarên rayedarên HDPê wateya bi HDPê re hevdîtinê û li ser maseyekê rûniştinê nema ye.

Serokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Tirk jî li ser mijare ji Kurdiastan24ê re diyar kir ku bi şewaza serokwezîr daxwaz dike jî hevdîtin bêwate ye.