"Serdana HDPê bo Rûsyayê lêgerîneke nû ye"
K24 - Diyarbekir
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demîrtaş hefteya borî li Moskowayê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtin kir. Ji ber ku Tirkiyeyê balafira Rûsyayê li Sûriyeyê xist xwarê, ev serdana ji nêzîk ve hate şopandin û bala raya giştî kişand.
Şanda ligel Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş, ku ji Hevsrokê DBP Kamuran Yüksek, Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDPê Nazmi Gür, Nûnerê KNK li Rusyayê Selahattin Soro, Hevserokê Otonomiya Federal ya Çandî û Netewî yê Kurdên li Rusyayê Ferhat Patiyev û Hevserokê Yekîtiya Sazûmanên Sosyal yên Kurdî pêk dihat, li Rusyayê bi Wezîrê Derve yê Rusyayê re hevdîtin pêk anî û ev yek li Tirkiyeyê dengekî mezin veda û ji aliyê partî û saziyên sîvil de bi awayekî tund hat rexnekirin. CHP nerazîbûna xwe wiha ragihand, çûna Demirtaş ya Rusyayê di vê demê de ne rast e ji ber ku di navbera Tirkiyeyê û Rusyayê de pirsgirêkên mezin hene.
Cîgira Serokê CHPê Selîn Sayik Buke jî wiha got: "Her çikasî ev hevdîtin beriya ku krîza Rusya hebe bihata kirin jî di siyasetê de merc tên guhertin û divê mirov bi aweyekî zû gavên rast biavêje, ji ber ku em tevahî di rewşeke wiha de derbas dibin ku li hundir di saetan da rewş tê guhertin. Em vê hevdîtinê bê wext dibînin."
Demîrtaş di serdana xwe ya Rusyayê de ragihandibû ku, "Divê krîza navbera Tirkiye û Rûsyayê, bi diyalogê çareser bibe, di navbera welatan de dibe ku pirsgirêk hebin û krîz çêbibin, lê divê her tim rêyên dîplomasî û diyalogê vekirî bin. Ji vê saetê pê ve divê ev krîz bandorê li ser herdu civakan neke û zirarê nede wan."
Akademîsyen Hasan Samur jî nêrîna xwe ya li ser hevdîtina HDP û Rusyayê wiha anî ziman: "Armanca vê hevdîtine ji bo Rûsya jî û ji bo HDPê jî cuda ye. Ez serdana HDPê ya Rusyayê li hemberî hikûmeta Tirkiyeyê weke lêgerîneke nû dibînim. Ji ber ku berjewendiya wan ya li ser PYDê û Suriyeyê hevpar e. Piştî Tirkiyeyê balafira Rûsyayê li Sûriyeyê xist xwarê, Rûsya ji xwe re li hevbeşekî digeriya. Herçiqasî tu encam ji çûna Demirtaş ya Rusyayê dernekeve jî Tirkiye bi çûna Demirtaş gelekî aciz bûye. Vekirina Buroyê jî tiştekî sembolîk e li hemberî Tirkiyeyê. Lê nayê zanîn ku piştre tiştekî şênber dê bidest bive yan na."
Lavrov ragehand ku Rûsya li ser daxwaza rêvebiriya Sûriyeyê di operasyonên li hember terorê de amade ye ku piştgiriyê bide kesên tekoşînê didin û got: "Em dizanin ku Kurdên ji Iraq û Sûriyeyê yên ku li hember DAEŞê şer dikin hene. Ew bi artêşên Iraq û Sûriyeyê re bi hev re ji bo malên xwe li ser axa xwe bijîn tekoşînê didin. HDP jî li Tirkiyeyê partiyeke siyasî ye ku hemû kêmnetewan temsîl dike û em ê her tim piştgiriyê bidin wan."
Hevkariya PYDê û Rûsyayê ji meha Cotmehê û vir de zêde bû. Rûsya PYyê wek hevpeyman dibîne. Piştî ku balafireke Rûsyayê ji ber ku esmanê Tirkiyeyê bezand hat xistin, têkiliyên PYD û Moskowayê pêş ve çûn.