Keçeke Kurd a Êzdî dixwaze zanayên Ezherê bibîne

Nadiye Mûrad, ew keça Kurd a Êzdî ku karî ji destê çekdarên DAIŞê xwe rizgar bike, ji aliyê Serokê Misirê Ebdulfeta Sîsî ve hat pêşwazîkirin.

K24 – Qahîre

Nadiye Mûrad, ew keça Kurd a Êzdî ku karî ji destê çekdarên DAIŞê xwe rizgar bike, ji aliyê Serokê Misirê Ebdulfeta Sîsî ve hat pêşwazîkirin.

Nadiye Mûrad berî ku serdana Misirê bike, hefteya borî mêvana Civata Ewlekariyê ya Navdewletî bû daku çîroka xwe û wan karesatên ku çekdarên DAIŞê anîne sere Kurdên Êzdî vebibêje.

Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî di dema pêşwazîkirina Nadiye Mûrad de, got; "Em hemû corên tundûtûjî û terorê şermezar dikin. Herwiha ola Îslamê ji kiryarên DAIŞê dûr e ku bi nave Îslamê dikin."

Di beyannameyekê de tê gotin ku Nadiye di dema pêşwazîkirinê de, sipasiya mazûvaniya Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî kiriye û pesnê rola Misirê jî daye ku di cîhana Îslamî de dibîne.

Nadiye herwiha qala wan tawan kiriye ku çekdarên DAIŞê li beramberî xizim û daniştvanên Şingalê kirine. Di vê çarçoveyê de televizyona Nîl a fermî belav kir ku Nadiye Mûrad pêşniyar kiriye da ligel zanayên olî yên Ezherê rune daku ji nêzîk ve ji wan re bibêje ka çi bi sere Êzdiyan hatiye û DAIŞ çawa dîn ji bo bedestxitina meramên xwe bikar tine.