Bezandina sînor ji aliyê Tirkiyê ve berdewam e

Li gor çavdêrên siyasî hikûmeta Tirkiyê hinek belge û nexşeyên kevin û dîrokî bikar tîne û dibêje ku sînorên Tirkiyê bi Sûriyê re ne rast hatine danîn.
kurdistan24.net

K24- Gundê Letîfiyê

Destêwerdana artêşa Tirkiyê di nav axa Rojavayê Kurdistanê de berdewam e, li beramberî gundê Letîfîyê  yê girêdayî Qamişloyê rêyekê bi dirêjahiya sê kîlometreyan ji aliyê Tirkiyê ve tê vekirin û ev deh roj in karê çêkirina rê didome.

Derbarê vê mijarê de welatiyekî ji gundê Letîfiyê bi navê Mihmed Seîd ji K24ê re got: "Bildozerên Tirkiyê hatin rê kolan, me nizanîbû çi dikin,  kamyonên qûmê jî diçûn û dihatin, qûmê li ser rêya vekirî val adikin, kamyoneke wan qulipî jî, ew çi dikin em nizanin."

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, gundê Letîfiyê dikeve bakurê rojhilatê bajarê Qamişloyê û 5 kîlomeereyan ji sînor dûr e,  rêya ku hatiye kolandin jî bi sê kîlometreyan derbasî sînorê gundê Letîfiyê yê Rojavayê Kurdistanê bûye.

Welatiyên gundê Letîfiyê dibêjin ku wan hawlên xwe dan ku berevaniyê ji bo zeviyên gundê xwe bikin, lê artêşa Tirkiyê bi çekan li hemberî wan sekinî.

Welatiyeke din yê gundê Letîfiyê bi navê Ehmed Şakir jî bo K24ê wiha axifî: "Min dît dema ku rê vekirin û karê kolandinê kirin, min xwest bizanim çi dikin, ez ber bi wan ve çûm, Lê du leşkerên Tirkiyê çekên xwe amade kirin û li himberî min rawestiyan."

Li gor hinek çavdêrên siyasî hikûmeta Tirkiyê hinek belge û nexşeyên kevin û dîrokî bikar tîne û dibêje ku sînorên Tirkiyê bi Sûriyê re ne rast hatine danîn, niha bi piştevaniya NATOyê ew dixwazin wan sînoran sererast bikin.