Bihevre jiyana hevserên ji du baweriyên cuda

Nasname û baweriyên cuda, bi çandên ku diafrînin gelek caran nakokiyan jî peyda dikin. Lê eger ku ew cudahî li ser erdnigariyekî bi hev re bijîn, çand û peywendiyên nû jî derdikevin holê.
kurdistan24.net

K24 – Mêrdîn

Nasname û baweriyên cuda, bi çandên ku diafrînin gelek caran nakokiyan jî peyda dikin. Lê eger ku ew cudahî li ser erdnigariyekî bi hev re bijîn, çand û peywendiyên nû jî derdikevin holê. Li Bakurê Kurdistanê jî, çîrokên bi vî rengî gelek in. Evîn û pêkvejiyana wan kesên ku ji ber nasname û baweriyên xwe astengî û nakokî ji wan re hatine danîn, heskirina ji hevûdu re serwer dikin û bihev re dijîn.

Sebrî û Necla Fidan hevserên ji baweriyên cuda ne. Sebrî baweriya Mesîhî bijartiye û hevjîna wî Necla jî Misilman e. Ew dibêjin di destpêkê de, ev nakokî pirsgirêk bû, lê wan bi sebir û rêzlihevgirtinê rêya pêk ve jiyanê peyda kiri ne.

Necla Fidan di destpêkê de, nizanibû ku Sebrî Mesihî ye û piştî 3 heyvên zewacê jî ew rewş wiha maye. Piştî 3 mehan hevserê Necla jê re dibêej ku ew Mesîhî ye. Necla jî dibêje, gelek nerînên wê yên cuda li ser Mesîhiyan hebûne lê piştî ku bi hevjînê xwe re diçe dêrê, metirsî û nerazîbûna wê kêm dibe.

Necla Fidan wiha dibêje: "Di destpêkê de, wek misilmanekê ez gelek nerazîbûm, lê rojekê ez jî pêre çûm dêrê. Min dizanibû ku dê min cuda bigrin, lê wiha nebû û ez bi dilgermî hatim pêşwazîkirin. Vêna jî li ser nêzikayiyên min guhêrin çêkir."

Herdû hevserên ku baweriyên wan cuda ne jî dibêjin, divê mirov ji hevûdu tiştan veneşêre û bi awayekî vekirî bihev re rast tevbigere. Sebriyê ku di malbateke Misilman de mezin bêye û baweriya Mesîhî bijartiye jî dibêje, xwezî di destpêkê de min baweriya xwe veneşarta, lê çanda hişk ya civakê rê neda ku ew bi dilê xwe xwe bîne ziman.

Sebrî Fidan jî nerînên xwe wiha tine ziman: "Ji ber ku hevjina min Kur-an xwendiye û Misilman e di serî de nerazî bû, lê piştre hêdî hêdî fam kir. Tirsa wê ji pêzanînên xelet yên derbarê dêran de bû ku bi televizyon û şêwazên din derewan dikin. Piştî ku hat dît ew tirsên wê jî neman."

Sebrî û Necla ji Farqîna navçeya Diyarbekirê ne û 2 zarokên wan yên bi navê Bariş û Berxwedan hene. Ew dibêjin dê herdû baweriyan jî bi zarokan bidin fêr kirin, le zarok dê baweriyên xwe bi xwe hilbijêrin.