Dewleta Kurdî li Kongresa Amerîkayê hat gotûbêjkirin

Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford, mijara dewleta Kurdî di Kongresa Amerîkayê de gotûbêj kir û got ku Kurd, di şerê dijî DAIŞê de hêza herî çalak e.
kurdistan24.net

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford, mijara dewleta Kurdî di Kongresa Amerîkayê de gotûbêj kir û got ku Kurd, di şerê dijî DAIŞê de hêza herî çalak e.

Di civîna Kongresa Amerîkayê de Serokerkanê Amerîkayê Joseph Dunford got: "Em dikarin Iraqê weke du dewletan bibînin, Kurd amade ne bibin dewlet û di dema dawî de jî me dest bi pirçekirina wan kirye."

Derbarê mijara ku eger heye Iraq bibe sê dewlet, wî berpirsê Amerîkayê diyar kir ku zehmet e di dema niha de, Iraq bibe sê dewelet, ji ber Sune ji bo vê yekê ne made ne, herwiha ne yekdeng in jî. Dunford got ku ya baş ew e tenê bibe du dewlet, yek ji bo Kurdan û ya din ji bo Şîeyan.

Dunford da zanîn ku Kurd yên herî bihêz in, ku li ser erdê şerê DAIŞê dikin, lewma di vê dema dawiyê de bêyî ku em li Bexda vegerin wan pirçek dikin.