KCDê azadkirina Ocalan mercekî sereke ji danûstandinan re datîne

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) azadkirina Rêberê Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) bi mercê sereke yê danûstandinan digel Tirkiyê dibîne.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) azadkirina Rêberê Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) bi mercê sereke yê danûstandinan digel Tirkiyê dibîne.

Hevseroka KCDê Selma Iramk biryarên ji Kongreya KCDê yak u du rojan berdewam kiribû eşkere kirin, ku daxwaza Xweseriya Demokratîk li Bakurê Kurdistanê kirin. 

Irmak, encamnameya civîna du rojan ya KCDê li bara xweseriya demokratîk xwend û ragehand ku, pêwîst e ji bo çarekirina hemû  prisgirêkan danûstandinên nivsîkî ji nû bên danîn û azadkirina Rêberê PKKê Abdulah Ocelan jî weke merceke serekî dizane. 

Kongreya Civaka Demokratîk KCDê di 26 û 27ê vê mehê li Diyarbekirê bi rojeva Xweseriyê li Diyarbekirê birêve cû û îro bi piraniya dengan ew proje pejrandin.

Herwiha encamên kongreyê, wek ku hatine ragihandin bi vî awayî bû:

Ji bo yekîtiya Tirkiyeya demokratik û dahatuya gelan a hevpar, ji bo pêkhatina xerêvebiriyên cewherî yên demokratik û çêkirina makezagoneke demokratik, ku van azadî û mafan biparêze, jêneger e. Makezagoneke li gorî van esasan ji bo azadî û jiyaneke demokratik a hemû beşên civakê, etnîsîteyên cuda û komên baweriyan, pêwist e. Pergaleke siyasî, civakî û makezagona ku tenê ji bo neteweyekê, komekê û civakekê jiyaneke azad û demokratik ji xwe re bike armanc û mafên yên din nas neke,divê neye fikirîn. Têkoşîna me ya xweseriyê bi qasî ku ji bo kurdan e, ewqas jî ji bo tirkan û hemû etnîsîteyên din, komên baweriyan, yên nedîtî, bindest û belengazan jî têkoşîna azadî û demokrasiyêye. Em bawerin ku, ev modela me ya xweseriya demokratik ji bo kaos û tevliheviya ku di Rojhilata Navîn têde ye, jî dê bibe mînaka berbiçav a xelasî û jêderkatina ji kaosê. Ev model dê ji bo bi awayekî demokratik çareserkirina piregirêkên welat û heremî yên gelên me ku, ev hezar salin bi hev re dijîn, pêşevaniyê bike.

Herwiha KCDê ji bo “tirkiyeyek demokratîk û çareseriyek siyasî” bang li hemû hêzên demokratik û azadîxwaz,partiyên siyasî, kesyaetî, rîsipî û kom û saziyên olî kir ku, piştgiriyê bidin têkoşîna mefdar û rewa ya gelê kurd.