Li Hesekê 10 xort tên girtin

Li Hesekê 10 xort ji ber erka xweparastinê ji aliyê hêzên Asayişa bajarê Hesekî ve hatin girtin.

K24 – Hesekê

Li Hesekê 10 xort ji ber erka xweparastinê ji aliyê hêzên Asayişa bajarê Hesekî ve hatin girtin.

Li gor çavkaniyên ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, duh hêzên Asayişa bajarê Hesekê li taxa Til Hecer, Salihiyê û Pira Ezîziyê 10 xortê Kurd û Ereb ji bo xizmeta erka xweparastinê girtin.

Ev demek e hêzên asayişê û hikûmeta Sûriyê li parêzgeha Hesekê jib o xizmeta leşkeriyê, dest bi girtina xortan dikin.

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê jî vî tiştî bi leşkeriya bi zorê binav dike û dibêje ev kar sedema serekî ya valakirina Rojavayê Kurdistanê ye.