Di van rojên borî de sê serkirdeyên Artêşa Azad hatin kuştin

K24-Navenda Nûçeyan
Itîlafa Opozîsyona Sûriyê Rûsyayê û rejêma wî welatî bi kuştina serkirdeyên artêşa Azad yên ku beşdarî di kongreya Riyadê kirîn tûhmetbar dike.
Di daxuyaniyekê de Itîlafa Opozîsyona Sûriyê daxwaz ji hemû deste û grûpên Şoreşa Sûriyê, kir ku li ser berevanî û berxwedana xwe berdewam bin, ta ku dawî bi rejîma Sûriyê were û hilweşe, herwiha her yek ji rejêma Sûriyê û Rûsyayê bi kuştina serkirdeyên Artêşa Azad yên ku di kongereya Riyadê beşdarbûn Tûhmetbar kir.
Di van rojên dawî yê de sê serkirdeyên Artêşa Azad ji aliyê rejîma Sûriyê û Rûsyayê ve, hatibûn kuştin, ew her sê serkirede jî berpirsê Ceyş El-Islam Zehran Elûş, berpirsê Encûmena Leşkerî ya Artêşa Azad li Qûdseya Şamê, Hemdî Misto Ebozêd û berpirsê Ketîbeya El-Mûwehede Ebomisto.
Tê zanîn ku serkirdeyên Artêşa Azad pabend bûn bi proseya siyasî li Sûriyê û di kongreya Riyadê de li ser îmze kirbûn.