Serdozgeriya Diyarbekirê derbarê kongerya KCDê lêpirsînê dike
K24 – Diyarbekir
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê Civîna Kongreya Civaka Demokratîk û herwiha siyasetmedarên HDP, KCD û DBPê de lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Diyarbekirê derbarê encamnameya civîna KCDê û herwiha her yek Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş, Parlamenterê HDPê yê Enqerê Sirri Sureya Onder, Hevserokên KCDê Xetîp Dicle û Selma Irmak, Hevserokê DBPê Kamûran Yûksek û parlamentera berê yê HDPê Sebahat Tuncel de, ji ber axaftinên di civîna KCDê de lêpirsîn da destpêkirin.
Di encamnameyê de hate gotin ji bo proseya çareseriyê bi awayekî bi rêk û pêk bimeşe û çareseriyeke mayinde pêk bê divê Ocalan bê azadkirin.
Kongreya Civaka Demokratîk KCDê di 26 û 27ê vê mehê li Diyarbekirê bi rojeva Xweseriyê li Diyarbekirê birêve cû û îro bi piraniya dengan ew proje pejrandin.